Blinken: Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriya kêşeyan ve pêş ketine
Gera sêyem a proseya danûstandinên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê bi rêya vîdyo-konferanê û bi beşdariya wezîrên derve yên Iraq û Amerîkayê dest pê kir
Hewlêr (K24) – Gera sêyem a proseya danûstandinên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê bi rêya vîdyo-konferanê û bi beşdariya wezîrên derve yên Iraq û Amerîkayê dest pê kir. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand; pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ber bi çareseriya kêşeyan ve pêş ketine.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antoniy Blinken bi gotarên welatê xwe, dest bi gotûbêjan kirin.
Antony Blinken di gotara xwe de diyar kir ku di civîna îro de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên hevbeş ên navbera Iraqê û Amerîkayê dikin.
Blinken destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê bingehên destûrî di bernameya xwe de li ber çavan girtiye û bi kûrahî li ser dixebite.
Herwiha diyar kir ku hikûmeta Iraqê piştevanîkirina proseya demokrasiyê li welatê xwe, berdewam e.
Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê helwesta welatê xwe eşkere kir û got: “Pêwendiyên navbera her du hikûmetên Federal û Herêmê, ber bi arasteya çareseriya kêşeyên navbera wan, pêşketin di xwe de dîtiye.”