Li Efrînê êrîşa mûşekî!

Li Rojavayê Kurdistanê çar mûşek li nav bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê ketin.

Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê çar mûşek li nav bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê ketin.

Jêderekê ji Efrînê ji K24ê re ragihand; çar mûşek li navenda bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê ketine û herwiha mûşekek jî li gundê Mûsankê ketiye.

Hat ragihandin ku li hember vê yekê, hêzên ser bi Tirkiyê ve jî çend mûşek ber bi gundê navçeya Şêrewa ya nêzîkî herêma Şehbayê avêtine.

Di naverasta meha Çileya 2018an de, Tirkiye ji erd û esman dest bi operasyona kontrolkirina bajarê Efrînê û derdora wê kiribû û ji roja 18ê Adara 2018an ve, herêma Efrînê û derdora wê di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve ye.