Parêzgarê Hewlêrê: Îşev biryara qedexeya hatûçûnê tê cibicîkirin

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, biryara qedexeyê îro di demjimêr 6ê êvarê de tê cibicîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ku biryara qedexekirina çûnûhatinê ya ji aliyê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ve hatine ragihandin, li parêzgeha Hewlêrê wek tê cibicîkirin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, biryara qedexeyê îro di demjimêr 6ê êvarê de tê cibicîkirin.

Her wiha diyar kir, erkê wan ê pêşîne, parastina selametî û tenduristiya welatiyan e, ligel wê jî rewş û karê kesibkaran li ber çavan digirin.

Omîd Xoşnaw jî diyar kir, biryara qedexeyê bi neçarî hatiye dayîn, ji ber ku welatî wek pêwîst tevnegerin û pabendî rênimayên xweparêziyê nabin.

Şev borî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji demjimêr 20:00 heta demjimêr 06:00ê sibehê çûn û hatin qedexe ye.