Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziya gera sêyem a gotûbêjên Iraq û Amerîkayê dikim
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dike
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pêşwazî li gera sêyem a gotûbêjên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê dikim.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo danûstandinan car din tîne ziman.”
Herwiha eşkere kir: “Ev danûstandin dê bibin nexşerê ji bo hevbeşiya zêdetir a di warên reform, asayîş, bazirganî, veberhênan, jîngeparêzî û herwiha enerjiya paqij de.”