Li Rojavayê Kurdistanê 236 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 236 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 236 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 236 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 57 kes li Hesekê, 99 kes li Qamişlo, 11 kes li Dêrikê, 4 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê, 32 kes li Tebqayê, 6 kes li Şehbayê û 2 kes jî li Til Temirê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 11769 kesan, ji wan 1354 kes baş bûne û 415 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.