Li Herêma Kurdistanê 1173 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1173 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Karmendên tendirustiyê
Karmendên tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1173 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1173 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 232 kes li Hewlêrê, 303 kes li Silêmaniyê, 542 kes li Duhokê, 76 kes li Germiyanê û 20 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 1 kes li Duhokê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 418 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 83 kes li Hewlêrê, 86 kes li Silêmaniyê, 229 kes li Duhokê û 20 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 130529

Mirin: 3765

Başbûn: 113235

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.