Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo xelk û hikûmeta Brîtanyayê peyama sersaxiyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Şazade Philip peyameke sersaxiyê arasteyî xelk û hikûmeta Brîtanyayê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Şazade Philip peyameke sersaxiyê arasteyî xelk û hikûmeta Brîtanyayê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser koça dawî ya Şazade Philip diyar kir: “Ji ber koça dawî ya Şazade Philip, Dukê Edinburgê, ya piştî gelek xizmetan, ez sersaxî didim xwedî rûmet Şajin Elizabeth, hikûmet û xelkê Brîtanyayê. Ez hevxemê malbata şahaneyê me di vê dema dijwar de.”

Îro Şazade Philip, Dukê Edinburgê û hevjînê Şajin Elizabetha Duyem, koça dawî kir.