Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Nîsana 2021ê serdana Bexdayê dike.
Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 10ê Nîsana 2021ê serdana Bexdayê dike.
Nêçîrvan Barzanî dê li Bexdayê ligel Serokwezîr, Serokomar, Serokê Parlamentoyê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê û serkirde û berpirsên payebilind ên siyasî bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê dê ligel serkirdetî û aliyên siyasî yên Iraqê, geşedanên herî dawî, rewşa Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navçeyê, pêkve xebat û hemahengiya hemû aliyan ji bo aramî û seqamgîriya Iraqê û navçeyê, gotûbêj bike.