47. Kongreya Baroya Diyarbekirê dest pê kir
Hilbijartinên rêvebiriya Baroya Diyarbekirê ku ji ber pandemiyê hatibûn paşxistin, di 10 û 11’ê Avrêlê de tê lidarxistin.
Diyarberkir (K24) – Baroya Diyarbekirê ji bo 47. Kongreya Xwe ya asayî ku dê 2 roj berdewam bike, civiya. Hilbijartinên rêvebiriya Baroya Diyarbekirê ku ji ber pandemiyê hatibûn paşxistin, di 10 û 11’ê Avrêlê de tê li dar xistin.
Di destpêka kongreyê de, Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin, bal kişand ku Baroya Diyarbekirê her tim ji bo parastina maf û azadiyan û dadweriyê têkoşîn daye û loma jî di wê têkoşînê de Baroyeke nimûneye.
Aydin bal kişand ku serdestiya hiqûqê nemaye û pirsa kurd jî bi rêbaz û şêwazên ewlekarî û leşkeri nayê çareser kirin, loma jî ewê têkoşîna xwe ya dadwerî û hiqûqî berdewam bikin.
Li gor agahiyên dawî 2 namzet ji bo Serokatiya Baroya Diyabekirê namzet in û dê encam jî di 11’ê Nîsanê de diyar bibe. Serokê niha yê Baroyê Cîhan Aydin û Parêzer Nahît Eren ji bo seroketiya rêvebiriya Baroya Diyarbekirê namzet in.