Li Herêma Kurdistanê 11 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 612 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 612 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 146 kes li Hewlêrê, 50 kes li Silêmaniyê, 396 kes li Duhokê, 7 kes li Helebce û 13 kes li Germiyanê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Helebce ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 384 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 131141
Mirin: 3776
Başbûn: 113619
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.