Nêçîrvan Barzanî Serokomarê , Serokwezîrê Iraqê û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî civiya

Hevahengiya di navbera sazî û dezgehên Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, rûbirûbûna terorê û asayîkirina rewşa Şingalê hatin gengeşekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana we bo Bexdayê de, ligel her yek ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt civiya.

Civîna ligel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî 

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê ligel Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt de, rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê bi giştî hat guftûgokirin û her du alî hevnêrîn bûn ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê dê aramî û ewlehiyê ji Iraqê re dabîn bike û piştî çareserkirina pirsgirêkan, Iraqê dê bibe welatekî bihêz li navçeyê û rola xwe li ser asta herêmê û navdewletî dê bigire ber xwe. Her du aliyan tekez kirin jî, ji bo derbaskirina zehmetî û dijwariyên vê qonaxê, hevkariya zêdetir a Hewlêr û Bexdayê û hemû hêz û pêkhateyan pêwîst û girîng e.

Ebû El-Xeyt amaje bi wê da, ji Iraqê Iraq jêderên mirovî û xwezayî yên dewlemend hene û hemû piştevaniya Komkara Erebî ji Iraq û Herêma Kurdistanê re di çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina zehmetî û rûbirûbûna terorê tekez kir û Serokê Herêma Kurdistanê vexwand ji bo serdana baregaha Komkara Erebî li Qahîre bike.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, em li Bexdayê ne ji bo ligel berpirsên welat rewşa Iraqê û hevkarî û hevahengiyê ji bo rûbirûbûna zehmetiyan guftûgo bikin û pirsgirêkan çareser bikin, ji bo wê jî îradeya me ya çareserkirinê li ser bingeha destûrê heye û divê hemû pirsgirêk bêne çarekirin, ji bo aramî li Iraqê peyda bibe.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din în cihê girîngiya hevbeş in, beşeke din a civînê bûn.

Civîna ligel Serokomarê Iraqê 

Her îro jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Koşka Selam li Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih civiya.

Di civînê de, şert û mercên siyasî yên Iraqê, dawî pêşhatinên siyasî û endamdana hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê hatin gengeşekirin û hat tekezkirin, pêwîst e zemîneya hilbijardineke pak pê peydakirin û bibe vegotina rast a îradeya dengderan ji bo derbaskirina kirîza heyî û nearamiyê û misogerkirina aramî û aramiyê di pêşerojê de.

Di civînê de ku behsa pejirandina yasaya budceya Îraqê ya ji bo sala 2021an û çespandina pişkê Herêmê hate kirin ku pêwîst e budce ji bo dabînkirina başiya rewşa welatiyan û çareserkirina kêşeyên jiyan û mûçeyê were cibicîkirin. Her wiha destnîşan kir ku divê ev bibe destpêka gotûbêjeke aveker, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser bingehê destûrê.

Di tewereke din de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û guhartinên navçeyê bi giştî hate kirin. Di wê derbarê de tekezî li yekxistina hêz û karînên hêz û aliyên nakok hate kirin, bi armanca derbaskirina gef û metirsiyan.

Civîna ligel Serokwezîrê Iraqê

Serokwezîrê Iraqê pesnê pêşveçûna mîkanîzma destûrî ya navxweyî kir û û amaje bi rêkevtina li ser pirsa dadgeha federal û derbaskirina yasaya budceyê li Encûmena Nûneran kir û hêvî xwest ku bi hûrî were cîbicîkirin û li ser bingeha dadweriya dabeşkirina samanan de be.

Kazimî tekezî li pêwîstiya hevkarîya ewlekarîyê ya navbera Baxda û Hewlêrê de kir bi awayekî ku aramiya navxweyî dabîn bike û rê li ber her valahiyeke ewlehiyê bigire, da ku teror nikaribe sûdê jê bibîne.

Kazimî tekez kir, serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê peyameke baş ji hemû Iraqiyan re dişîne û dê bibe sebeba avabûna bawerî, nîşana miyazpakiyê, hevkarî û hevahengiyê di hemû waran de.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe nîşan da û hebsa hewlên siyasî û dîplomasî ya aborî yên Mistefa Kazimî kir û tekez kirk u hewlên dîplomasî yên berê yên Iraqê û serdana û hevdîtina Serokwezîr, pêgeha Iraqê berçav bûye û rola asayî ya welat li navçeyê û li ser asta navdewletî jî vedigere.

Nêçîrvan Barzanî herwiha bal kişande ser çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên navxweyî û bilindkirina asta hevkarî û pêşvebirina hevkariya ewlekarî û bi pêwîstî zanî. Hemû piştevanîya xwe ji bo hIkûmeta federalî û xurtkirina pêgeha dewletê bi awayê ku bikare rûbirûyî dijwarîyan bibe dubare kir.

Ronî kir jî, pesnê derbaskirina yasaya budceyê di Encûmena Nûnerên Iraqê de da û tekezî li ser wê yekê jî kir ku çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê rê li ber hêminî û pêşkeftina zêdetir ya Iraqê veke.

Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û pêkvejiyana hemû alî û pêkhateyên Iraqê ji bo derbaskirina pirsgirêk û qeyranan kir û hêvî xwast pesendkirina yasaya budceya Iraqê bibe destpêkek ji çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê. Herwiha he du alî hevnêrîn bûn ku divê kar li ser mîkanîzma hevkarî û hevahengeiya Pêşmerge û hêzên Iraqî ji bo rûbirûna gefên DAIŞê bê kirin.