Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî gihîşt Hewlêrê

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Bexdayê.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt

Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt bi riya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Bexdayê.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ve hat pêşwazîkirin û çend berpirsên din jî beşdarî di vê pêşwazîyê de kirin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî ku îro li Bexdayê ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû, tê tê payîn di vê serdana xwe bo Hewlêrê de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Fly Erbil Advertisment