Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî dicive

Rewşa Iraqê û çend pirsên girîng gotûbêj dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 11 Nîsana 2021an ligel Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt dicive û rewşa Iraqê û çend pirsên girîng gotûbêj dikin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt piştî civîna wî ligel Serok Mesûd Barzanî, biryar e ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bicive.

Di civîna Mesrûr Barzanî û Ehmed Ebû El-Xet de tê pêşbînîkirin rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federal a derbarê budceya giştî ya Iraqê were gengeşekirin.

Duhî jî Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyt li Bexdayê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û rêkeftina Hewlêr û Bexda wek pêngaveke baş e û dibe sedema çareserkirina pirsgirêkên din jî.

Fly Erbil Advertisment