Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.

Dîmenek ji qedexeya çûnûhatinê li Qamişlo - Arşîv
Dîmenek ji qedexeya çûnûhatinê li Qamişlo - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 298 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kirin.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 236 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ji wan 43 kes li Hesekê, 88 kes li Qamişlo, 37 kes li Dêrikê, 6 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Rimêlanê, 40 kes li Tebqayê, 50 kes li Reqayê, 25 kes li Kobanê, 5 li Minbicê û 4 kes li Şehbayê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 12236 kesan, ji wan 422 kesan jî canê xwe ji dest dane.