Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê çend biryarên nû dan

Wezareta Perwerdeyê çend biryarên nû derbarê proseya xwendinê li navendên xwendinê dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdeyê çend biryarên nû derbarê proseya xwendinê li navendên xwendinê dan.

Li gorî biryaran, dewama polên 1 heta 11'ê dê ji roja Şemiyê 17/04/2021an ve li ser înternetê dewam bikin.

Wezareta Perwerdehiyê destnîşan kir, eger rewşa Koronayê rê bide, ezmûnên dawiyê dê bêne kirin, wekî din tenê ezmûn bi awayê online dê bên kirin.

Ji bo qonaxên peymangehan yên babetên wan praktîkî hene, dikarin babetên praktîkî li gor xişteyeke taybet û bi girtina rênimayên Rêveberiya Giştî ya Peymangehan, li nava peymangehan bixwînin.