Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel hejmarek serkirdeyên Iraqê civiya
Di civînan de, rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û ewlehî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda, asayîkirina rewşa Şingalê û metirsiyên terorê tên guftûgokirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di roja sêyem a serdana xwe bo Bexdayê de, bi awayekî cuda ligel Serokê Kombûna Îslah Selîm Cibûrî, serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Abdulmehdî û Serokê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê sê roj in bi serdanekê li Bexdayê ye. di van sê rojan de ligel her sê serokatiyên Iraqê û hejmarek ji aliyên siyasî yên Iraqê re civiya. Di civînan de jî, rewşa Iraqê li rûyê siyasî û aborî û ewlehî ve, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, metirsiyên terorê û gefên DAIŞê tên guftûgokirin.
Nêçîrvan Barzanî duhî li Bexdayê ji rojnamevanan re ragihand, divê bi hev re kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin. Got jî: Her pêşketineke di vî warî de, di berjewendiya Kurdistan û Iraqê de ye.