Serok Barzanî û Balyozê Amerîka rewşa siyasî ya Iraqê guftûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 12.4.2021an pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 12.4.2021an pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û şanda pê re kir.

Di vê kombûnê de ku Konsolê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller jî amade bû, rewşa siyasî ya Iraqê û guhertin û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasî ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Her di vê hevdîtinê de pejirandina yasaya budceya sala 2021 ê Iraqê bi pêngaveke erênî da zanîn û diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê û rola aliyan ya ji bo serxistina wê diyalogê de hat guftûgokirin.

Li dirêjahiya wê civînê de ronahî hate xistin li ser metirsî û gefên terorê li Iraq û Sûriye û pêşxistin û bihêzkirina nermînîşandana ji bo gihîştina aramiyê bi pêwîst zanîn.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de mijareke din a vê civînê bû û her du aliyan tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kirin.