Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda Korbenda Behr El Ulûm kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 12ê Nîsana 2021ê, pêşwazî li şanda Korbenda Behr El Ulûm a ji bo diyalogê ya bi serokatiya Dr. Îbrahîm Behr El Ulûm kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 12ê Nîsana 2021ê, pêşwazî li şanda Korbenda Behr El Ulûm a ji bo diyalogê ya bi serokatiya Dr. Îbrahîm Behr El Ulûm kir.
Di hevdîtinê de li ser girîngiya bihêzkirin û pêşvebirina kultura pêkvejiyan û prensîpa diyalogê ji bo çareserkirina kêşeyan hat axaftin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her dem ligel wê yekê bûye ku kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, bi rêya gotûbêj û diyalogê, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.