Li Bakur û Tirkiyê berf dibare

Li naverasta meha Nîsanê, li gelek deverên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê berf dibare.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li naverasta meha Nîsanê, li gelek deverên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê berf dibare. Digel dîmenên xweş, ziyaneke mezin jî gihandiye dar û fêkiyan.

Ji duhî 12’ê Nîsanê ve û li gelek deverên Bakurê Kurdistanê berf dibare. Taybet li herêma Serhedê, Sîwas, Meletî, Mereş, Erzîncan, Dêrsim û Wanê û rêyên hin gundan jî hatiye girtin.

Li Rojavayê Tirkiyeyê û ji Mêrsin, Bolu û heta herêma Derya Reş, berfeke dijwar heye.

Li gor rayedaran, li Meletî berfê ziyaneke mezin gihandiye darên qeysiyê ku beriya niha pel vekiribûn.