Parêzgarê Hewlêrê: Qedexeya giştî nehat ragihandin lê rêkar tên tundkirin
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw radigihîne, ji ber rewş û debara xelkê, wan qedexeya çûnûhatinê ya giştî ranegihandine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw radigihîne, ji ber rewş û debara xelkê, wan qedexeya çûnûhatinê ya giştî ranegihandine, lê dê rêkarên xweparêziyê tund bikin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro di konferanseke reojnamevaniyê de ragihand, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, niyaz hebû di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de qedexeya giştî bihata ragihandin, lê ji ber rewş û debara xelkê, qedexeya giştî nehat ragihandin.”
Got jî: “Di meha Remezanê de tevgera civakî zêdetir dibe, bazar û kasibî guhartin tê de çêdibe, di wê çarçoveyê Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê û Odeya Operasyonê de me rew xelkê li ber çav girt, rêkar hatin kêmkirin, lê ev jî tê wê wateyê ku divê xweparastin zêdetir be."
Parêzgarê Hewlêrê got jî: “Deriyên mizgeftan dê vekirî bin, ji ber ku taybetmendiya meha Remezanê heye û nimêj li mizgeftan tên kirin, ji ber wê rênimayên xweparêziyê ji aliyê Ewqaf û fermanberên mizgeftan ve tên tundkirin.”