Saziyên bijîşkan: Li Diyarbekirê haletên Koronayê 7 qatan zêdetir bûne

Bijîşk û berpirsên dezgehan amaje kirin li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê haletên Koronayê zêdetir dibe.

Stenbol (K24) – Sazî û dezgehên bijîşkên li Tirkiyeyê der barê rewşa belavbûna virusa Koronaya li vî welatî de li Stenbolê li hev civiyan û ragihandin li nexweşxaneyên Stenbol û Enqereyê cîh nemaye ku nexweşên corona werin razandin. Hat ragihandin li Diyarbekirê halet 7 qat zêdetir bûye. Bijîşk û berpirsên dezgehan amaje kirin li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê haletên coronayê zêdetir dibe ji ber vê roja pênçşemê (15 Nîsan) li ber Wezareta Tenduristiyê dê li hev kom bin da ku rayedar guh bidin daxwazên wan ên bo tenduristiya mirovan.

Li Tirkiyeyê piştî sistkirina rênimayan û bi destpêkirina proseya asayîbûnê haletên coronayê li gor demên berê gihiştiye asta herî bilind ku rojane ji zêdeyî 50 hezar halet tên tomarkirin.

Sazî û dezgehên bijîşkan ku rewşa heyî gelek metirsîdar dest nîşan dikin bi banga Yekîtiya Tabîbên Tirk li Stenbolê li gel 65 serokên Jûra Tabîbên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa heyî gotûbêj kirin û agahiyên li ser mijarê belav kirin.

Li gor ragihandina Jûra Tabîb a Stenbolê li vî bajarî haletên coronayê gelek zêde bûne ku êdî li nexweşxaneyan ji bo razandina nexweşan cîh nemaye.

Seroka Jûra Tabîbên Stenbolê Prof. Dr. Pinar Saîp ji K24ê re got: “Li Stenbolê nexweşxane tev tije bûne êdî kesên bi coronayê dikevin ji bo dermankirinê li pey hev rêz bûne. Rewşa metropolan gelek xerab e. Pêwîst e rayedar proseya vaksînkirinê leztir bike û divê rojane herî kêm 1 milyon kes werin vaksînkirin.”

Li gor Seroka Yekîtiya Tabibên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci polîtîkayên xelet ên rayedaran bû sedema zêdebûna haletan.

Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci dibêje: “Me gelek caran, rayedaran hişyar kir û banga rênimayên pêwîst kir. Lê rabûn rênimayan sistkirin û piştî wê haletên Koronayê ji nişka ve zêdetir bûn. Bi hişyariyên xwe yên klasîk welatiyan tohmetbar dikin lê kesên berpirs jî bila li xwe binêrin û kêmasiyên xwe bibînin da ku ev Korona zêdetir belav nebe.”

Seroka Jûra Tabîban a Diyarbekirê Elîf Turan bal kişand ser zêdebûna haletên li Diyarbekirê û ragihand haletên coronayê 7 qat zêdetir bûne, beşên nû bo nexweşên coronayê vekirine.

Gelek bijîşk û berpirsên saziyên bijîşkan 15ê Nîsanê bi mebesta cîbicîkirina rênimayên pêwîst li ber Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê dê li hev kom bin.