Li Herêma Kurdistanê 1228 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1228 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1228 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1228 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 179 kes li Hewlêrê, 442 kes li Silêmaniyê, 477 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 69 kes li Germiyanê û 23 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 406 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 91 kes li Hewlêrê, 74 kes li Silêmaniyê, 211 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 27 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 134656
Mirin: 3814
Başbûn: 114845
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.