Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr bi helkefta hatina sersala olî ya Êzîdiyan
Bi helkeftina hatina cejna sersala nû ya ola Êzîdiyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Hewlêr (K24) - Bi helkeftina hatina cejna sersala nû ya ola Êzîdiyan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya Êzîdiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Bi helkefta cejna sersala olî ya Êzîdiyan, pîrozbahiyeka germ li xuşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Hêvîdar im sala nû, sala şadî û bexteweriyê û bi dawî hatina derdeserî û nexoşiyan be.
Bi vê helkeftê, xuşk û birayên Êzîdî piştrast dikin, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaneka bihêz e ji bo daxwaziyên rewa yên Êzîdiyan û hemû şiyanan dê bi kar bîne ji bo xizimetkirina pitir ya Êzîdiyan û karkirin ji bo vegera awareyan û avedankirina deverên Êzîdiyan bi hevkarî ya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî.
Bêguman bicihanîna rêkeftinnameya Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û derketina mîlîşiya û çekdarên neyasayî ji Şingalê egerekê girîngê vegera êminahî û seqamgîriyê ye ji bo deverê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê