Champion League.. Parîs Saînt Germain gihîşt nîvê fînalê

Bayern Munchenê nekarî nasnava xwe ya Champion League biparasta.

Navenda Nûçeyan (K24) – Bayern Munchenê, tevî bi (1-0) ser bi Parîs Saînt Germain ket, lê nekarî nasnava xwe ya Champion League biparasta û negihîşt qonaxa nîvê fînalê.

Duhî di çarçoveya vegera qonaxa çarîka dawiyî ya Champion League Parîs Saînt Germain mêvandariya Bayern Munchenê li stadyûma Princes Park a Parîsê kir.

Êrişkarê kamerûnî Eric Maksim Choupo-Moting di xuleka 41emîn a nîva yekem a yariyê de gola serketinê ya tîma almanî tomar kir, lê Parîs Saînt-Germain bi saya golên di gera çûnê de roja Çarşema borî li yariya Arena Allianz a Munchenê tomar kiribûn, derbasî qonaxa berî dawiyê bû.

Bayern Munchenê di gera çûnê de roja Çarşema borî li yariya Arena Allianz a Munchenê bi encama (2-3) li pêş Parîs Saînt Germain winda kiribû û ji ber ku tîma Parîsî golên zêdetir li Munchenê tomar kiribûn, derbasî qonaxa dahatî bû.

Parîs Saînt-Germain, di Çargoşeya Zêrîn a Champion League de dê li benda serkeftiyê ji Borussia Dortmond û Manchester City be ku dê îro Çarşemê li parka Singnal Iduna ya Dortmûndê bilîzin

Tê zanîn di gera çûnê de ya roja 6ê Nîsanê de hatiye lîstin, Borussia Dortmund (2-1) li Stadyûma Etîhad a Manchester City winda kiribû.

Di heman gerê de û di yariya din de, Chelsea bi encama (0-1) li pêş Porto winda kir, lê derbas qonaxa nîvê fînalê bû, ji ber ku di yariya çûnê de bi (2-0) bi ser ketibû.