Mesrûr Barzanî: Ji bo jinavbirina DAIŞê pêwîstî bi Hevpeymaniya Navdewletî heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, DAIŞ ji bo Iraq û herêmê metirsiya domdar e.

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, DAIŞ ji bo Iraq û herêmê metirsiya domdar e. Mesrûr Barzanî tekez kir jî: "Iraq û Herêma Kurdistanê hîn jî ji bo misogerkirina têkçûna daîmî ya DAIŞê pêdiviya wan bi hêzên Hevpeymaniya Navnetewî heye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê mikurhatina komên terorîstên DAIŞ ku çend roj berê ji aliyê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê ve hatibû weşandin de ji rojnameya “Şerq -El-Ewset” re diyar kir, şaneyên terorîst ên DAIŞ'ê li kampa Holê ya Sûriyê plana armankirina Herêma Kurdistanê amade kiribûn. Her wiha dibêje: DAIŞ ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê metirsî ye û bi taybet bi rêya karînên wê ên derbaskirina sînoran û vedizîkirina bo nava xaka Iraqê.

Mesrûr Barzanî tekez kir, bo misogerkirina têkçûnaherdemî ya DAIŞê li Îraq û Herêma Kurdistanê hîn jî pêdiviya bi hêzên Hevpeymaniya navnetewî heye û daxwaz ji Hevpeymanan kir ku gef û metirsiyên li ser aştî û aramiya Herêma Kurdistanê û derve bi cidî werbigirin.

Mesrûr Barzanî ku berî niha jî derbarê gera sêyem a guftûgoyên stratejîk a di navbera Baxda û Washingtonê de ragihandibû ragihandibû, Herêma Kurdistanê biryara xwe heye û dibîne ku pêwîst e hêzên Hevpeyamniya Navnetewî li Iraqê bimînin.