Konoslxaneya Amerîka li Hewlêrê: Bi xemgîneke mezin komkujiya enfalê bi bîr tînin
Îro 30 sal di ser êrîşa enfala Kurdistanê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a rûxandî bi hezaran jin û zarokên Kurdistanê û winda kirin û bi saxî definkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Konoslxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê radigihîne, “Bi xemgîniyeke mezin îro salvegera komkujiya Enfalê ya ji aliyê rêjîma Seddam ve li dijî gelê kurd hatiye kirin bi bîr tînin.
Konoslxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê îro 14ê Nîsanê di hejmara xwe tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de nivîsî: “Bi xemgîniyeke mezin em îro salvegera komkujiya Enfal (Li deverên Germiyan, Kelar û Çemçemal) bi bîr tînin ku ew komkujî ji aliyê rejîma dîktator ya Seddam Husên ve dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.”
With great sadness we commemorate today the anniversary of the #Anfal campaign (In Garmian areas including Kalar and Chamchamal) committed against the #Kurdish people by the dictatorial regime of #Saddam_Hussein. pic.twitter.com/prGUjQ7T4K
— U.S. Consulate General Erbil (@USConGenErbil) April 14, 2021