Êrîşeke mûşekî bi ser serbazgeha Tirkiyê de hat kirin

Du mûşek arasteyî serbazgeha Zilîkan a artêşa Tirkiyê ya li nêzîkî Başîqe hatin kirin.

Wêne: arşîv
Wêne: arşîv

Hewlêr (K24) – Jêderekî ewlehiyê ji bajarê Mûsilê ragihand; îşev ligel êrîşa mûşekî ya bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de, du mûşek jî arasteyî serbazgeha Zilîkan a artêşa Tirkiyê ya li nêzîkî Başîqe hatin kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama êrîşa mûşekî de kesek birîndar bûye.

Îşev di demjimêr 21:45an de êrîşeke mûşekî bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirin.

Li gor zanyariyên K24ê, mûşekek li nêzîkî baregeha hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li balafirgehê ketiye xwarê.