Li Silêmaniyê teqînek di kargehekê de rû da

Li Silêmaniyê li kargeheke hesin teqîneke mezin rû da û li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

avenda Nûçeyan (K24) – Li Silêmaniyê li kargeheke hesin teqîneke mezin rû da û li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, li kargeha Hesin a Mas a li Tasluja Silêmaniyê teqîneke mezin rû da û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn."

Got jî: Sedema bûyerê hîn nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolînan destpê kiriye.

Peyamnêrê me got: "Birîndar ji bo nexweşxaneyên taybet ên Silêmaniyê re hatine veguhastin û heta niha ti agahî derbarê tenduristiya wan de nehatine zanîn."

Zanyarî tên..