Parlamentoya Kurdistanê êrîşa li ser Firokxaneya Hewlêrê bi tundî şermezar dike

Parlamentoya Kurdistanê: Divê di hember van êrîşan de jî gelê me û alîyên me yekgirtî û yekrêz bin da ku bi hev re rûbirûyî hemû astengî û gefan bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa teroristî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar dike.

Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, di heyama 7 mehên borî de, ev cara sêyemîn e Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê rastî êrîşên teroristî tê, ev pêşhateke cihê nîgeranî û torebûna gelê Kurdistanê û hêz û aliyan e û aliyên terorîst û deryasayî li pişt wê ne.

Parlamentoya Kurdistanê ragihand, “Divê Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya hêzên hevpeymanan di zûtirîn dem de êrîşker bêna diyarkirin û mekanîzmayeke guncaw were dîtin da ku çavkaniya van êrîşên terorîstî ji holê bêne rakirin û hewlên cidî bidin da ku di pêşerojê de dubare nebin.”

Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Ew kiryara teroristî ya ku di roja 14ê Nîsanê de ku 33emîn salvegera enfalkirina gelê Kurdistanê ye de hatiye kirin, wê rastiyê ji gelê me re tekez dike ku gef û metirsî li ser statuya Herêma Kurdistanê û aramî û aştiya Herêma Kurdistanê berdewam e, divê di hemberê de jî gelê me û alîyên me yekgirtî û yekrêz bin da ku bi hev re rûbirûyî hemû astengî û gefan bibin.”