Li Bexdayê teqînekê rû da.. Kuştî û birîndar hene
Teqîneke bihêz li Bexdayê rû da û li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek kuştî û birîndar hene.
Navenda Nûçeyan (K24) – Teqîneke bihêz li Bexdayê rû da û li gor zanyariyên destpêkê, hejmarek kes birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, ev teqîn li qezaya Sedr a bajêrê Baxdayê çêbû û li gora zayariyan kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Rêvebirê Polîsên Baxdayê diyar kir: teqîn bi riya bombeyekê vedayî bû ku bi otomobîlekê de teqiya.