Li Rojavayê Kurdistanê 199 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 199 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 199 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 199 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 39 kes li Hesekê, 57 kes li Qamişlo, 35 kes li Dêrikê, 4 kes li Dirbêsiyê, 16 kes li Kobanî, 23 kes li Reqayê 17 kes li Tebqayê û 8 kes li Minbicê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 13203 kesan, ji wan 1407 kes baş bûne û 442 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.