Li Herêma Kurdistanê 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 810 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 810 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 16 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 810 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 132 kes li Hewlêrê, 349 kes li Silêmaniyê, 275 kes li Duhokê, 19 kes li Helebceyê, 31 kes li Germiyanê û 4 kes jî li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 415 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 96 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 136625
Mirin: 3847
Başbûn: 115745
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.