Li Rojavayê Kurdistanê 220 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 220 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Navenda Jiyan a Covid-19ê
Navenda Jiyan a Covid-19ê

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 220 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 220 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 47 kes li Hesekê, 71 kes li Qamişlo, 50 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Amûdê, 15 kes li Dêrezorê, 26 kes li Reqayê 17 û 3 kes li Kampa Holê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 13423 kesan, ji wan 1421 kes baş bûne û 447 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.