Li Rojavayê Kurdistanê 156 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 156 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 156 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 156 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 49 kes li Hesekê, 35 kes li Qamişlo, 29 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 32 kes li Dêrezorê û 2 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku kesekî jiyana xwe ji dest daye û 9 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 13579 kesan, ji wan 1430 kes baş bûne û 448 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.