Li devera Biradost TNT bi otomobîlekê de teqiya

Li devera Biradost (TNT) bi otomobîlekê de teqiya û ajokarê otomolîbê bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li devera Biradost (TNT) bi otomobîlekê de teqiya û ajokarê otomolîbê bi giranî birîndar bû.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihand, îro danê sibê demjimêr 05:30 li devera Koça Hacirê, TNT bi otomobîlekê de teqiya û ajokarê wê bi giranî birîndar bû.

Diyar kir jî, kesê birîndar bi navê Feysel Cemîl Ehemd e û temenê wî 30 salî û ji xelkê gundê Sorya yê ser bi nahiya Bicîleyê ye û bi armanca komkirina geyayên Buharê çûbû wê deverê.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê got jî, kesê birîndar piştî ku çareseriyên destpêkê wergirtin, ji bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hat veguhastin.