Li Herêma Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1074 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1074 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 284 kes li Hewlêrê, 449 kes li Silêmaniyê, 231 kes li Duhokê, 13 kes li Helebceyê, 78 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê û 4 kes li Silêmaniyê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 536 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 139296
Mirin: 3876
Başbûn: 117452
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.