Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Tirkiyê li Baxdayê kir

Di hevdîtinê de tekez li girîngiya pêvebirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di tevahiya waran de hate kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiye yê li Baxdayê Fatih Yildiz kir.

Di civînê de, guftûgo derbarê pêşhatên dawiyê yê Iraq û navçeyê û pêşdebirina têkiliyên du alî hate kirin. Tekez li girîngiya pêvebirina pêwendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di tevahiya waran de û bi taybetî bazirganî û xurtkirina hevahengiya di navbera her du aliyan hate kirin, li ser binemaya berjewendiya hevbeş û pêwendiyên hevseng.

Serokwêzîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Tirkiyê li Bexdayê kir bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê ku kar ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de de jê re xwast.