DAIŞê berpirsatiya xwe di ber êrîşa li ser bîrên petrolê yên Kerkûkê de ragihand
Du bîrên kêlgeha Bay Hesen li Kerkûkê hatibûn teqandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – DAIŞê di daxuyaniyekê de berpirsatiya xwe di ber êrîşa li ser kêlgeha petrolê Bay Hesen a li Kerkûkê de ragihand.
DAIŞê îro di daxuyaniyekê de berpirsatiya xwe di ber êrîşa li ser kêlgeha Bay Hesenê li Kerkûkê de ragihand.
Roja Şemiya borî 17ê Nîsanê her du bîrên hejmar 154 û 159 li kêlgeha Bay Hesen li Kerkûkê bi riya du bombeyên vedayî hatibûn teqandin.
Di wê derbarê de, Wezareta Petrolê ya Iraqê de ragihand, êrîşa li ser kêlgeha Bay Hesen, ti bandor li ser û hinardekirinê petrolê nekir.