Yasaya budceya Iraqê ya 2021 ket warê cibicîkirinê

Yasaya budceya federalî ya Iraqê rojnameya Weqaya Iraqê hatiye belav kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand, yasaya budceya federalî ya Iraqê rojnameya Weqaya Iraqê hatiye belav kirin.

Piştî wê balevkirinê, Wezareta Darayî, rênimayên bicikirina yasaya bûdceya federalî ji hemû wezaret û saziyên dewletê re şandin.

Rêvebira Giştî ya Fermangeha Weqaya Iraqî Heyfa Şukir ragihand, wan di nûtirîn nûçeya rojnameya Weqa'îya Iraqî de yasaya budceya federalî ya sala 2021 belav kirine.

Piştî belavbûnê jî, rasterast yasaya budceyê diçe ware cibicîkirinê û xercî bi awayekî yasayî tên encamdan.

Parlamentoya Iraqê roja 31.3.20121an hemû birge û madeyên projeyasaya budceya giştî ya sala 2021ê pesend kiribû.