Li Rojavayê Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 166 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 166 kes bi Koronayê ketine, ji wan 47 kes li Hesekê, 59 kes li Qamişlo, 27 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 25 kes li Reqayê û 1 kes li Kampa Holê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Li hemberê jî 8 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14049 kesan, ji wan 1444 kes baş bûne û 462 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.