Rêber Ehmed: Terorist sûdê ji valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî heye dibîne

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, divê odeya hevahengiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bê dirustkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, grûpên terorist sûdê ji valaiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye dibînin û jê ve êrîş dikin.

Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro di konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşa di çend rojên borî de li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hate kirin, ragihand, lêkolîn derbarê wê êrîşê de berdewam e, ew  ê di vê êrîşê de metirsî ye, bikaranîna firokeya bêfirokvan e.

Herwiha got: “Her çend e êrîş ji derveyî sînorî Herêma Kurdistanê hatiye, lê ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê û hevpeymanan me behsa wê yekê kiriye ku divê bi riya hevahengiyê, rê li ber van cure êrîşên teroristî bê girtin.”

Derbarê rêkeftina Şingalê de, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Ti pêşketin di wê rêkeftinê de nebûye. Hêzên ku berê li Şingalê hebûn, hîn jî li wir in. Ti pêngavek ji bo cibicîkirina wê rêkeftinê nehatiye avêtin. Dawaz ji Hikûmeta Federalî û Netewên Yekgirtî dikin, hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ew rêkeftin bê cibicîkirin.”

Rêber Ehmed diyar kir, Hebûna hêzên biyanî, ziyanê digihînin welatiyên Herêma Kurdistanê û daxwaz ji artêşa Tirkiyê û PKKê kir jî, pirsgirêkên xwe ji Herêma Kurdistanê dûr bikin, ji ber ku ew operasyonên li wir tên kirin, ziyanê digihîne jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Navxwe got: “Ew valahiya ewlehiyê ya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heye, derfeteke baş ji teroristan re dirust kiriye ku ew grûp êrîşî ser Herêma Kurdistanê, Pêşmerge hêzên Iraqî bikin.

Aşkere kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgoyên rasterast bi Hikûmeta Federalî re dike, pêkêştin di wan guftûgoyan de heye, lê li ser erdê tiştek nehatiye cibicîkirin.

Wezîrê Navxwe got jî: “Em di guftûgoyên xwe de berdewam in û hêviya me bi hikûmeta Kazimî heye, heta ku di van pêngavan de bi pêş ve were û odeyeke hevahengiyê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî bê dirustkirin, heta ku terorst nikaribin sûdê ji wê valahiya ewlehiyê bibînin.”