Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên dawiyê yên Koronayê ragihandin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 232 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa, amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û ragihand, 232 kes bi Koronayê ketine, ji wan 32 kes li Hesekê, 51 kes li Qamişlo, 23 kes li Dêrikê, 10 kes li Dirbêsiyê, 3 kes li Kobanê, 28 kes li Reqayê, 32 kes li Tebqayê, 38 li Dêrazorê, 3 kes li Minbicê û 11 kes û li Kampa Roj in.
Herwiha hat eşkerekirin ku 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Li hemberê jî 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14281 kesan, ji wan 1456 kes baş bûne û 469 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Ev di demekê de ye, ji ber zêdebûna haletên pêketin û mirina bi Koronayê, li seranserî Rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî ya çûnûhatinê heye û heta roja 22ê Nîsanê berdewam e.