Li Herêma Kurdistanê 6 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1151 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1151 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 250 kes li Hewlêrê, 392 kes li Silêmaniyê, 417 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 57 kes li Germiyanê û 5 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan  xwe canê ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 728 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 141724

Mirin: 3896

Başbûn: 118896

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.