Baregeha Barzanî: Serok Barzanî xwîna şehîdan û sengerê Pêşmerge bi lêveger dizane
Baregeha Barzanî derbarê bikaranîna zimanê tûj di medya û tora civakî de, daxuyaniyek belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî derbarê bikaranîna zimanê tûj di medya û tora civakî de, daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat, “Derbarê bikaranîna dijûn û zimanê zibir di medya û toreyên civakî de ku mixabin ev demeke di navbera aliyên siyasî de berdewam e, Serok Barzanî ferman daye çapemenî û medyaya Partiya Demokrat a Kurdistanê ku nirx û prensîpên exlaqê di çalakî û karê ragihandinê de li ber çav bigirin û armanca wan a sereke parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê be. Her li gor wê fermanê, her organeke PDKê ku li gorî nirx û armancên PDK'ê û prensîbên giştî tevnegere, dê îcraet pê re were kirin.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hatiye jî: “Her ji vir ve radigihînin ku Serok Barzanî pêştir, niha û di dahatûyê de jî xwe bi Pêşmerge dizane û Pêşmergayetî di serê her cure pênase, pile, paye û mezintirîn şanazî dibîne. Li cem Serok Barzanî xwîna şehîdan û sengerê Pêşmerge ji bo hemû xwedî doz, niştimanperwer û welatparêzên Kurdistanê lêveger in.”