Encûmena Wezîran çend pirsên girîng gotûbêj dike

Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê îro serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê îro 21.4.2021ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser çend pirsên girîng dicive.

Li gor Fermangeha Medyayî û Zanyarî, girîngtirîn tewerên ku di civînê de werin behskirin, pêşhatên dawiyê yên di warê ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, êrîşa vê dawiyê ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û rewşa lêkolînê û helwesta navdewletî ya di vê derbarê de ye.

Herwiha di civînê de, hêlên giştî yên reşnivîsa yekem a projeya budceya Herêma Kurdistanê ji bo sala 2021ê di warê dahat, xercî, qerz û pabendên darayî de ye.