Li Diyarbekirê eleqeya bo vaksînê, ne di asteke baş de ye

Ji her 100 kesan 56 kesên ku mafê wan ê vaksînbûnê heye vaksînê li xwe nadin.

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji her 100 kesan 56 kesên ku mafê wan ê vaksînbûnê heye vaksînê li xwe nadin. Ev yek ji aliyê bijişkan ve wek kêmasiya danasîna vaksînê tê dîtin. Welatiyên ku vaksîn li xwe nedane jî an dibêjin baweriya wan bi vaksînê nîne an jî dibêjin ew nizanin tirkî û nizanin dê randevu bistînin.

Hat ragihandin ku li Diyarbekirê eleqeya bo vaksînbûnê di asteke baş de ye ku ji nîvî zêdetir ê welatiyên ku mafê wan ê vaksîbunê heye neçune neweşxaneyê û vaksîn li xwe nedane. Li gorî daneyan ji her 100 kesên ku bo vaksîbunê hatine destnîşankirin tenê 44 kesan vaksîn li xwe dane û ev yek ji armanca bo hijmara vaksînbûyîyan hatî danîn gelek dûr e.

Bijişk Halîs Yerlîkaya derbarê vê rewşê de balê dikêşe ser berpirsiyariya Wezareta Tendirustiyê û amaje dike ku wezaretê nekariya vaksînê bo welatiyan bide nasîn.

Dr. Halîs Yerlîkaya ji K24ê re diyar kir: “Li Diyarbekirê %55ê welatiyên ku dora wan hatiye xwe vaksîn nekirine. Ji nîvî zêdetir e. Li gorî min sedema wê ew e ku Wezareta Tendirustiyê nekariyê derbarê vaksînê de welatiyan baş agahdar bike. Sedemek jî ew e ku mirov nikarin bi zimanê xwe perwerde bibînin. Banga min li welatiyan ew e ku dema dora wan hat bila biçin vaksînê li xwe bidin. Xwe û hijêkiriyên xwe û civakê bila biparêzin.”

Gelek welatiyên ku dora wan a vaskîbûnê hatiye hay ji vê yekê nînin û her wiha ji ber ku pirraniya wan îxtîyar in nizanin dê çawa û li kuderê werin vaksînkirin. Beşek ji welatiyên ku vaksînê li xwe nadin jî dibêjin baweriya wan bi vaksînê nayê.

Welatiyek dibêje: “Ez neçûm min derzî li xwe neda. Baweriya min li derziyê nayê.”

Welatiyekî din jî diyar dike: “Min derzî li xwe nedaye. Ez nizanim dora min hatiye an ne. Ez tirkî jî nizanim.”

Herwiha yek jî destnîşan dike: “Min herdu derziyên xwe jî li xwe daye. îca wê biparêze, neparêze ez nizanim.”

Li gorî daneyên ji aliyê Wezareta Tendirustiyê Ya Tirkiyeyê ve hatî parvekirin ji destpêka proseya vaksînkirinê ve li Diyarbekirê kêm zêde 190 hezar welatîyan vaksîn li xwe dane û hijmara kesên ku dora wan hatiye lê vaksîn li xwe nedane derdora 240 hezarî ye ku temenê pirraniya van kesan jî li ser 60ê ye.