Serok Barzanî: Pêwîst e rojnamegera kurdî çekekî bihêz be ji bo berevanîkirina li mafên miletê me yên rewa
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnamegeriya kurdî, peyamek belav kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 123 saliya derketina yekem rojnameya kurdî, peyamek belav kir û ragihand, Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekekî bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewa yên mîlletê me.”
Deqa peyama Serok Barzanî:
Bi helkefta sed û bîst û sêyemîn salvegera derketina yekemîn rojnameya Kurdî ku hevdema roja rojnamegeriya Kurdî û salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dikim.
Rojnamevan û medyakar erkê hişyarkirinê û gihandina zanyariyan bi civaka wan li ser milê wan e ku li rastiyê da erkekî pîroz û hestiyar e û rojnamevan roleke girîng li rênişanderiya raya giştî û pêşxistina civakê da heye.
Pêwîst e ragihandin û rojnamegeriya Kurdî çekeke bihêz be di destê gelê Kurdistanê de ji bo berevanîkirina li mafên rewayên mîlletê me û her wiha nasandina doza rewaya gelê me bi hemû cîhanê û li heman demî de jî giraniya kûrtirkirina çanda aştîxwazî û pêkvejiyan û mirovdostiyê be.
Her wiha daxwaza min ji rojnamevanên xweşdivî eweye ku rûbirûyê wan gef û êrîşên rêkxistiya ragihandinê bibin ku ji bo dijayetîkirina îradeya gelê Kurdistanê li aliyê nehezên gelê Kurdistanê ve birêve diçe.
Li vê bîranînê de daxwazê ji hemû rojnamevan û medyakarên xweşdivî û dezgehên ragihandinê dikim ku wê erka xwe ya pîroz li çarçêweya pêverên rojnamegeriya profesyonel û rastgoyî û li ber çav girtina biha û berjewendiyên bilindên welat de encam bidin.
Hêviya serkeftinê ji bo hemû rojnamevanên Kurdistanê re dixwazim.