Mesrûr Barzanî: Em amade ne projeyên hevbeş di warê elektirîkê de bi Iraqê re encam dibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Elektirîkê yê Iraqa Federalî Macid Hentoş kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Elektirîkê yê Iraqa Federalî Macid Hentoş kir.
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa kehrebê li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşvebirina hevahengiya di navbera her du aliyan de û hewlên ji bo başkirina karîna berhemanîna wîstgehên elektirîkê hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amadehiya hevkarîkirina bi Wezareta Elektirîkê ya Federalî û tora kehrebeya niştimanî re ji bo encamdana projeyên hevbeş nîşan da. Diyar kir, Iraq xwedî samaneke madî û mirovî ya dewlemend e, eger bi başî sûdê jê werbigire, dê bandoreke erênî li ser baştirbûna jiyana welatiyan bi giştî û elektirîkê bi taybetî çêbibe.