Li Qamişlo zarokek bi guleya hêzên Berevaniya Niştimanî şehîd bû

Zarokekî 14 salî bi guleya hêzên Berevaniya Niştimanî şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Li Qamişlo zarokek bi guleya endamên berevaniya Niştimanî birîndar bû - Wêne: Ekrem Salih
Li Qamişlo zarokek bi guleya endamên berevaniya Niştimanî birîndar bû - Wêne: Ekrem Salih

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê K24ê da zanîn, li bajarê Qamişlo piştî ku careke din şer derket û zarokekî 14 salî bi guleya hêzên Berevaniya Niştimanî şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih ragihand, endamên hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, îro dema nîvro agirbest şikandin û gule bi ser xaleke hêzên Asayişê de berdan û piştre careke din şer dest pê kir.

Diyar kir jî, zarokekî 14 salî bi guleya hêzên Berevaniya Niştimanî şehîd bû û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Zanyarî tên..