Li Rojavayê Kurdistanê 245 kesên din bi Koronayê ketin
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 245 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 245 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 245 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 37 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo, 17 kes li Dêrikê, 9 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 12 kes li Kobanî, 26 kes li Dêrezorê, 25 kes li Reqayê, 60 kes li Tebqayê, 4 kes li Minbicê, 1 kes li Şehbayê û 12 kes li Kampa Rojê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 14681 kesan, ji wan 1488 kes baş bûne û 485 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.